Nîsan 04, 2021 08:38 Asia/Tehran
  • Li bajarê Lyona Fransayê êrîşî Komeleya Çandî ya Kurdan hat kirin

"Li bajarê Lyona Fransayê komek faşîstan êrîşê Komeleya Çandî ya Kurdan kirin û 4 kesên li komeleyê birîndar kirin."

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, "Civaka Demokratîk a Kurdan a li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku li dor 20 faşîstî êrîşê Komeleya Çandî ya Kurdan kirine û 4 kesên li wir bû birîndar kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku roja 3'yê mehê dor 20 kesan ku rûyê xwe girtibûn bi çovên beyzbolê hatine komeleyê û êrîşê endamên komeleyê kirine. Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku di nav 2 hefteyan de ev duyemîn êrîş e û hatiye gotin ku dixwazin li vir kaosê saz bikin.

Di daxuyaniyê de banga saziyên sivîl ên navneteweyî jî kirine, gotine ku ev yek tehdîdek gelek mezin e û bang li Wezareta Karên Hundir a Fransayê jî kiriye ku ewlehiya komele û endamên wan bigirin."

 

Serepeyv