Adar 28, 2021 19:05 Asia/Tehran
  • Amerîka kuştina xwepêşanderan bi destê artêşa Myanmarê şermezar kir

Di 76emîn salvegera damezrandina xwe de, artêşa Myanmarê guh neda karvedanan û zêdeyî 100 kesên sivîl kuştin. Li Naypyitaw a paytext û Yangona bajarê mezin ê pir tevger ê Myanmarê û bajarên din ên wî welatî dijî desthilata artêşê xwepêşandan hatin kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi hevahengiya ligel 12 welatên hevpeymanê xwe daxuyaniyek belav kirin û tê de ragihandin ku bikaranîna hêza kujer ji aliyê artêşa Myanmarê ve li dijî xelkê bê tawan şermezar dikin û dibêjin: “Karê hêzeke serbazî yê pîşeyî parastina xelkê ye ne êşandin û daxwazê ji artêşa Myanmarê dikin tûndûtûjiya dijî xelkê rawestîne.”

Bi kuştina wan 100 kesan, hejmara kuştiyan ji destpêka darbeya leşkerî ya meha Sibata îsal ve, gehiştiye nêzîka 350 kesan.

Nûnerê berê yê Myanmarê bo Neteweyên Yekbûyî rexneyên dijwar li artêşa welatê xwe digire û dibêje:  “Dîsan rojeke din a bixwîn li Myanmarê hat tomarkirin û fermanderên serbazî di salvegera damezrandina artêşê de xelkê welatê xwe kuştin. Ez li gel xelkê nav Myanmarê di peywendiyê de me û dizanim ku artêş pêdagir e li ser berdewambûna kuştina xelkê.”

Lê heta niha artêşa Myanmarê li ser tundûtûjiya dijî xwepêşanderan berdewam e û çend roj dibe ku dijî akinciyên herêma Karîn û hêzên çekdar li rojhilatê welat êrîşan pêk tîne û şeva borî çend êrîşên esmanî kirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Serepeyv