Adar 25, 2021 00:34 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê di operasyonên hember Boko Haram de 57 terorîst hatin kuştin

Li bakurê rojavayê Nîjeryaya welatê rojavayê Afrîqayê, di operasyonên hember rêxistina terorîst a Boko Haram de 57 endamên wê rêxistinê hatin kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê nexwast navê xwe aşkera bike ji çapemeniya herêmî re ragehand, artêşa Nîjeryayê li herêmên Damboa û Gwoza ya ser bi eyaleta Borno, li hember rêxistina terorîst a Boko Haram operasyonên pêkanî de 57 endamên wê rêxistinê kuştine û gelek terorîst jî bi birîndarî reviyane.

Li Nîjeryayê, ji sala 2009ê ve rêxistina terorîst a Boko Haram çalakiyên terorîstî yên girseyî pêktîne û ji ber wê jî herî kêm 20 hezar kesan heta naha jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina terorîst a Boko Haram ji sala 2015ê ve li welatên cîranê Nîjeryayê yên hemsînor ên Kamerun, Çad û Nîjerê jî êrîşan dike.

Serepeyv