Adar 22, 2021 13:05 Asia/Tehran
  •  Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî gilînama li dijî Erdogan û El-Serac qebûl kir

Dadgeha Cezayan a Navneteweyî gilînama ku Rêxistina Qurbaniyên Terorê ya Lîbyayê li dijî serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Fayiz El-Serac pêşkêş kiribû, qebûl kir. Rêveberê rêxistinê jî diyar kir ku qebûlkirina gilînamê tê wateya pejirandina hevkariya wan kesan di sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de.

Rêveberê rêxistinê ji Tora El-Erebiyê diyar kir ku rêxistinê bi hevkariya Navenda Afro-Asian a Lêkolînan, ji beriya çend mehan ve bi awayekî veşartî kar dikin da ku sûcên ku Erdogan ji dema destwerdana li Lîbyayê bi hevkariya hikumeta Wîfaqê û fermandarên wê pêk anîne ve, belge kir. Her wiha dosyayek giştî ji bo Dadgeha Cezayan ku berpirsa sûcên şer e, pêşkêş kir.

Rêveberê rêxistinê teqez kir ku hemû îsbatên li ser pêkanîna sûcan û binpêkirinan li Lîbyayê hatin kom kirin, ku hêzên dewleta Tirkiyê li Lîbyayê bi hevkariya mîlîsên Wîfaqê pêk aniye û qanûnên navneteweyî wan sûcan ceza dike. Her wiha diyar kir ku qebûlkirina vê gilînamê, wekî gavekê ber bi pêkanîna edaletê û vegerandina mafên gelê Lîbyayê ye.

Dadgeha Cezayan a Navneteweyî çarşema borî, gilînameyek li dijî serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac wergirt, ku tê de ew bi pêkanîna 20 sûcên şer li Lîbyayê û binpêkirina 33 biryarên navneteweyî hatibûn tawanbarkirin.

Serepeyv