Adar 22, 2021 10:56 Asia/Tehran
  •  Partiyên Amerîkayê bang li Biden kir ku Komkujiya Ermenan nas bike

Partiya Komarparêz û Partiya Demokrat bi serkêşiya serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez bang li serokomar Joe Biden kir ku bibe yekemîn serokê ku bi awayekî fermî îtîrafê bi Komkujiya Ermenan a di dema Împaratoriya Osmanî de bike.

Li gorî malpera The Hill a Amerîkayê ku heyeteke ji Partiya Demokrat û Partiya Komarparêz ku ji nêzî 40 endaman bi serkêşiya serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Bob Menendez pêk tê, bang li serok Joe Biden kir ku bibe yekemîn serokomarê Amerîkayê ku bi awayekî fermî îtîrafê bi Komkujiya Ermenan a di dema Împaratoriya Osmanî de bike.

Endamên Senatoyê wiha got: "Ji sala 1915`an heta 1923`an Împaratoriya Osmanî bi awayekî rêxistinkirî dixwest niştecihên Ermen tune bike. Zêdetirî 1.5 milyon Ermen kuştin û bi sed hezeran ji wan ji welat derketin."

Serepeyv