Serokê Dûmayê gotinên Joe Biden dijî Pûtîn 'Êrîşa ser Rûsiyê' da zanîn
Adar 17, 2021 18:18 Asia/Tehran
Serokê Dûmaya Rûsiyê wek berteka li hemberî gotinên dijûnbar ên serokomarê Amerîkayê li dijî hevpîşeyê xwe yê ûris, got: Bidden di rastiyê da bêrêzî li gelê Rûsiyê kir û êrîşa li Pûtîn wek êrîşa li Rûsiyê ye.
Joe Biden serokomarê Amerîkayê di beşeka hevpeyivîna xwe digel ABC Newsê da serokomarê Rûsiyê wek Kujer bi nav kir.
Biden tevî tawanbarkirina Rûsiyê bi destwerdana di hilbijartina serokomartiya vê dawiyê ya Amerîkayê da, ragihand: Vladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê dê jibo destwerdana di hilbijartina Amerîkayê da berdêlê bide.