Di operasyoneke hember koma terorîst a Boko Haram de 41 endamên wê hatin kuştin
Adar 16, 2021 13:15 Asia/Tehran
Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê li hember rêxistina terorîst a Boko Haramê çend operasyon hatin kirin ku di encama wan de 41 endamên wê rêxistinê hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.
Berdevkê artêşa Njîjeryayê Mihemed Yerima ragehand, li herêmên Gulwa û Musuri Musuri yên ser bi bajarê Gamboru Ngala ya ser bi eyaleta Borno li hember rêxistina terorîst a Boko Haram operasyon hate pêkanîn.
Mihemed Yerima got, di operasyonan de 41 terorîst hatine kuştin û gelek terorîst jî birîndar bûne û dest li ser gelek tişt û amûrên terorîstan jî hatiye danîn.
Herwaha hat ragehandin 60 dîl ên ku zarok û jin jî hatine rizgar kirin.
Li gor heman daxuyaniyê di wan operasyonan de 4 leşkeran jî jiyana xwe ji dest dane û gelek leşker jî birîndar bûn.