Adar 15, 2021 08:23 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê - 27 mîlyon dolar dan malbata Floyd

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li bajarê Minneapolisê par kesekî bi navê George Floyd ji aliyê polîsek ve hat kuştin. Dadgehê biryar da ku dewlet 27 mîlyon dolar pere wekî tazmînat bide malbatê.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Parêzerê malbatê Ben Crump got ku berî vê "kuştina neheq" ev tazmînata herî bilind e ku hatiye dayîn. Parêzer Crump wisa got: "Ev biryar bi awayekî xurt nîşan dide ku jiyana reşikan muhîm e û zordariya polîsan a li hemberî yên ne spîne divê bi dawî bibe."

Li aliyê din Meclisa Şaredariya Minneapolisê jî biryar da ku 500 hezar dolar bidin taxa ku Floyd lê hatibû girtin.

George Floyd piştî ku ji aliye polîsek ve par hat kuştin li DYA'yê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidar istin. Li dinyayê jî ev hat şermezarkirin. Li Îngilistanê hê jî di maçên fûtbolê de berî destpêkirinê ji bo vê bûyerê û ji bo dijî nijadperestî lîstikvan, teknîk dîrektor û her kesê li stadê çong vedide.

 

 

 

Serepeyv