Adar 08, 2021 07:58 Asia/Tehran
  • Daîreya Federal a Almanyayê “Telefona Hawarê” bi kurdî xist xizmetê

Li Almanyayê Daîreya Federal bi navê "Telefonên Hawarê" xebatek da destpêkirin û ji jinên rastî şîdetê tên dixwaze bi vê telefonê dikarin 24 saetan li wan bigerin. Daîreyê gotiye 365 roj, rojê 24 saetan bi awayekî belaş dikarin li wan bigerin. Daîre kurdî jî tê de bi gelek zimanan agahî der barê vê yekê de belav kiriye.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Daîreya Federal a ji bo Karên Malbat û Civaka Sivîl di daxuyaniya belav kiriye de wisa gotiye: "Telefona Hewarê ya li dijî şîdeta beramberî jinan, derheqê her reng û şiklê şidetê de xizmeta şêwrê dide jinên mexdûr: di şideta nava malê û ya cinsîkirî de, di zewaca bi darê zorê, bazirganiya mirovan û hwd da. Herçî şêwr e, bi awayê ku nav û nasnameya we veşartî be û mahrem pêk tê û bi alîkariya wergêrên bi gelek zimanan tê misogerkirin."

Daîre dibêje ku şêwirmendên wan pisporin in, xwedî tecrube ne û wisa gotiye: "Ew şêwirmendiya destpêkê ya psîko-civakê û destwerdana rewşa krîzê (hewarê) dikin. Li ser daxwazê, ew navbeynkariyê dikin da ku kesên li alîkariyê dipirsin bigihin sazî û dezgehên piştgirî û alîkariyê yên li cihê cih yên wekî Dezgeha Şêwirmendiya Jinan yan jî Stargeha ji bo Jinan yên nêzîk."

Daîreyê gotiye  "Ev xizmeta şêwirmendiyê bêyî ku li çîn û nasnameyên civakî û etnîk, baweriyên dînî û biryarên cinsî û nasnameyên kesa li alîkariyê dipirse, were nihêrîn tê misogerkirin."

 

 

Serepeyv