Joe Biden Rewşa Awarte ya Neteweyî li dijî Îranê dirêj kir
Joe Biden serokomarê Amerîkayê di nameyekê bo serokên Meclîsa Nûneran û Meclîsa Senaya vî welatî Rewşa Awarte ya Neteweyî derheqê Îranê bo saleke din dirêj kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Joe Biden di vê nameyê da ragihand ku Rewşa Awarte ya Neteweyî derheqê Îranê ku bo cara yekem di 15ê Adara 1995an da ragihandin, piştî 15ê Adara 2021ê jî divê cih were.
Biden di destûra cihanînê ya dirêjkirina vê rewşê jî îdia kiriye ku kiryar û siyasetên dewleta Îranê ji wan berfirehkirina mûşekan û qabiliyetên din ên çekdarî yên ne hevseng û asayî û tiştê ku wek "Şebekeya hewla destdirêjiyên navçeyî, piştgiriya ji komên terorîst û çalakiyên xêrnexwazana yên Sipaha Pasadrên Înqilaba Îslamî û dewsgirên wê" hatiye binavkirin, hema wisa gefeke ne asayî li dijî ewlehiya neteweyî, siyaseta derveyî û aboriya Amerîkayê ye.