Adar 03, 2021 14:02 Asia/Tehran
  • DAIŞ’ê berpirsyartiya kuştina sê rojnamegerên jin li Efganistanê li xwe girt

DAIŞ’ê berpirsyartiya kuştina sê rojnamegerên Televîzyona Enikass a Efganistanê yên ku dema vedigerin malên xwe tên kuştin li ser xwe girt.

Sê rojnamegerên jin ên televîzyona xwecihî Enikass duh li herêma Nangarhar dema ji kar ber bi malên xwe diçûn di êrişê de hatin kuştin.

Li gorî Rêveberê Televîzyona Enikass TV Zalmay Letîfî, duh ew her sê rojnamegerên jin di du êrişên cuda de li gel şofêrên xwe ve, dema ji cihê kar vedigeriyan malê hatin kuştin. Van her sê jinan li televîzyonê karê dublajê dikirin.

Berdevkê Nexweşxana Herêma Nengerhar Zahîr Adil ragihand ku cenazeyê her sê jinan gihîştene nexweşxanê û di vê çarçoveyê de 2 jinên din jî birîndar bûne.

DAIŞ’ê berpirsyartiya qetilkirina van her sê rojnamegerên jin girte li ser xwe.

Ji berî sê mehan jî rojnamegerek jin a heman kanalî ya bi navê Melale Meyodîn ku di heman demê de aktîvîstek mafê jinan bû ji aliyê DAIŞ’ê ve hate kuştin.

Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamegerên Efgan (CPJ) di sala 2020’an de 7 rojnameger hatine kuştin. Di destpêka sala 2021’an de rojnamegerek hatiye kuştin.

Serepeyv