Sibat 27, 2021 13:35 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê hejmara miriyên pêketiyên vîrusa koronayê 523 hezar kesan borî

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê roj bi roj zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 523 hezar kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 27.02.2021ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê gihêşt 29 milyon û 136 hezar û 912 kesan.

Herwaha li Amerîkayê heta naha 523 hezar û 82 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 19 milyon û 534 hezar û 68 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Navendên Pêşîlêgirtina Koronayê û Kontrolan vê dawiyê ragihand ku  mirina bi korona li Amerîkayê hêviya jiyanê di nav gelên vî welattî kêm kiriye.

Amerîka niha ji hêla kesên bi vîrusa Korona dikevin û hem jî  yên ku ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest didin di serê cîhanê de ye.

Serepeyv