Sibat 27, 2021 09:02 Asia/Tehran
  • Di navbera aliyên lîbyayî de nakokî li ser belavkirina erkên serweriyê derket

Hate ragihandin ku li ser belavkirina erkên serweriyê di navbera her sê herêmên Lîbyayê de nakokî derket.

Tora Al-Erebiye li ser zimanê çavkaniyên xwe ragihand ku li ser belavkirina erkên serweriyê di navbera aliyan de nakokî derket û piştrast kir ku wezaretên derve, hundirîn û aborî ji para rojavayê Lîbyayê bû û hikumet lêkolîn dike ku erka parastinê bide başûrê Lîbyayê, ew jî di encama nakokiya wan a li ser rojhilat û rojava de ye.

Ev yek di demek de ye ku serokê parlemana Lîbyayê ji serokê hikumetê xwest ku erk û wezaretan di navbera her sê herêmên Lîbyayê de bi adilane belav bike de, pêk hat.

Serokê hikumeta Lîbyayê, Abdulhemîd Debîbe îşev ragihand ku damezrandina hikumeta yekitiya nîştimanî ji parlemana Lîbyayê re pêşkêş kiriye.

El-Debîbe di civîna çapemeniyê ya li paytexta Lîbyayê Terblusê de wiha gotibû: "Ev pêngav ji bo rêzgirtina nexşeriya ku ji me re hatiye dayîn, pêk hat. Her wiha pîvanên ku welat di dema dawî de jiyan kiriye, derketina wê ji rewşa tundiyê û hîskirina gelek şêniyên Lîbyayê bi paşguhkirin û tunebûna nûnertiya wan daye ber çavên xwe, li rex wê jî pirsgirkên rewabûna siyasî, qanûnî û parçebûna saziyan jî daya ber çavên xwe."

Li aliyekî din jî di daxuyaniya hevbeş a koma xebata siyasî ya têkildarî Lîbyayê de wiha hate gotin: "Kom bang li parlemanê dike ku bi lez civîneke fermî li dar bixin, da ku li ser dayîna baweriyê ji hikumeta hatiye pêşniyarkirin re dengdayîn wer dayîn."

Serepeyv