Kêşeya navbera artêşê û serokwezîrê Ermenistanê giran bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i324435-kêşeya_navbera_artêşê_û_serokwezîrê_ermenistanê_giran_bû
Serokwezîrê Ermenistanê artêşa vî welatî tawanbar kir ku jibo darbeya dijî wî tevdigere.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2021 14:01 Asia/Tehran
  • Kêşeya navbera artêşê û serokwezîrê Ermenistanê giran bû

Serokwezîrê Ermenistanê artêşa vî welatî tawanbar kir ku jibo darbeya dijî wî tevdigere.

Li gorî rapora Televîziyona Al-Alamê, Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê Ermenistanê ev gotn li ber navenda dewletê li Meydana Komarê û li cem hogirên xwe anî ziman.

Wî got: Nabe ku artêşê destê xwe di siyasetê da werde, belkî divê destûrên gel û dewleta bijartî bişopîne. Li gorî vê yekê ez ji gişt leşker, efser û jeneralan ra dibêjim ku erka xwe cih bînin û berevaniya sînor û yekparçetiya axa Ermenistanê bikin. Destûra min ev e û tu kesek nikare jê derkeve.

Nîkol Paşîniyan Dewsgirê Fermandarê Erkantiya giştî ya Artêşa Ermenistanê ji kar avêt û artêşê daxwaza istîfaya wî kir.