Sibat 23, 2021 09:29 Asia/Tehran
  • Rêvebirê WHOyê: Şewba vîrusa Koronayê wê di serê sala 2022an de biqede

Rêvebirê Ewrupa yê Rêxistina Tendirustya Cîhanê (WHO) Hans Kluge dîyar kir ku şewba vîrusa korona dê di serê sala 2022an de biqede.

Kluge ji medya Danîmarka re dîyar kir ku vîrusa korona dê sala 2021’an de li seranserê cîhanê bandora xwe nîşan bide, lê di vî halî de da zanîn ku ewê li gor sala 2020’an kêmtir tesîra xwe çêke.

Herwiha Kluge got ku wan qonaxên xirab yên şewbê li dû xwe hiştine û bal kişand ku ew niha ser vîrusa korona pirtir agahîyan dizanin. 

‘’Ez dibêjim şewb dê di serê sala 2022’yan de bi dawî bibe. Vîrus dê dîsa hebe, lê ez dibêjim ewê hewcedarîya sînordarkirinan çênebe. Ew peyameke geşbîn e.’’

Rêvebirê WHO tevî peyamên geşbîn bal kişand ser mutasyonên vîrusa korona û dîyar kir ku guherîna vîrusê bi wan re hin fikaran jî çêdike.

Kluge da zanîn ku mutasyonên vîrusa korona girîng in û dîyar kir ku ger pêwîst be ewê vaksînên wê nexweşîyê li gor guherîna vîrusê çêkin.

Vîrusa korona di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 111 milyon û 391 hezar û 447 kes bi vîrusa korona ketine û 2 milyon û 466 hezar û 873 kes jî bi wê mirine.

Serepeyv