Sibat 19, 2021 22:30 Asia/Tehran
  • Hejmara pêketîyên Koronayê ji 110 milyonan derbas kiriye

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 110 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 110 milyon û 164 hezar û 28 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 27 milyon 800 hezar kesan derbas kiriye. Li dû Amerîka bi 10 milyon û 900 hezar pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 9 milyon û 900 hezar pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2 milyon û 436 hezar û 173 kesan canê xwe ji dest dane. Amerîka bi 491 hezar û 724 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 242 hezar û 90 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî welatên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 100 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,888 kes bi wê mirine.

Serepeyv