Sibat 15, 2021 14:34 Asia/Tehran
  • Berteka Çînê li hemberî daxuyaniya Amerîkayê ya daxwaza ji Çînê bona hevkariye bi WHO re

Çînê hişyarî da Amerîkayê ku dawî li polîtîkayên xwe yên zordarî û zorbêjiyê bîne.

Li gor IRNA, Balyozxana Çînê ya li Amerîkayê di berteka daxuyaniya Amerîkayê ya li ser hevkariya Pekînê ya bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) re got ku Waşîngton baweriya rêxistinên navneteweyî xera kir, ji ber vê yekê Pekînê bangî Amerîkayê kir ku ser vê yekê ji nû ve bifikire.

Balyozxana Çînê li Waşîngtonê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Amerîkayê ji gelek qanûn û peymanên navneteweyî di nav de ji WHO de der ketiye û tekez kir niha ev welat bi awayekî tev digere ku welatên din û rêxistinên wekî WHO tawanbar dike.

Çînê, di bersiva gotinên Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan de ku îdîa kiriye "Şêwaza ragihandina encamên lêkolîn û vedîtinên destpêkê yên derbarê Covîd-19" ji Waşîngtonê re fukar çêkirin, diyar kir bihêlin bila raporek serbixwe ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê der barê koka pandemya Koronayê de li bajarê Wuhana Çînê dûrî destwerdana welatên biyanî were weşandin."

Serepeyv