Sibat 12, 2021 14:32 Asia/Tehran
  • Pûtîn dê di Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê da neaxive

Berdevkê Krêmlînê qala devberdana Pûtînê serokomarê Rûsiyê ji axaftina di Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê da kir.

Li gorî rapora ajansa Tasê, Dmîtrî Pêskov ragihand ku Vladîmîr Pûtîn, Serokomarê Rûsiyê biryar nîne ku di Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê da ku dê ji 19 û 20ê Sibata 2021ê va bi awayê înternetî were lidarxistin, biaxive.

Hîn sedema vê yekê ku çima Pûtîn wek kessayetiyekî sereke yên Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê dê neaxive, diyar nîne.

Lê li gorî hin gumanan, destwerdana welatên ewropî di karên navxweyî yên Rûsiyê û girtina Elêksî Navalnî serokê dijebrên dewleta Rûsiyê, hegera sereke ya vê mijarê ye.

Girtina Navalnî bû qadeke nû ya berfirehkirina hewila dijî Rûsiyê ya welatên rojavayî.

 

 

Serepeyv