Rûsiyê gefa qutkirina pêwendiyan li Ewropayê xwar
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê Ewropa hişyar kir ku heke boykotên nû dijî vî welatî bisepînin, Mosko amade ye ku pêwendiyên xwe tev vê yekîtiyê qut bike.
Li gorî rapora Sputnikê, Sêrgêyî Lavrof, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê îro Înê berpirsên Yekîtiya Ewropayê derbarê kiryara jibo sepandina boykotên nû dijî Moskoyê hişyar kirin û got ku bila vî karî nekin.
Lavrof her wiha got: Heke boykotên nû li ser me bisepînin ku renge hin xeteran jibo abora me ji wan di beşên herî hestyar ên aborî pêk bîne, em jibo qutkirina pêwendiyan tev Yekîtiya Ewropayê amade ne. Em naxwazin li cîhanê bikevin rewşa tecrîdê, lê divê em amade bibin. Heke hûn li dû aştiyê ne, divê jibo şêrr amade bibin.
Cozêb Borêl Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê destnîşan kiribû ku Yekîtiya Ewropayê divê hin boykotan dijî Rûsiyê ji ber girtina Elêksî Navalnî serokê dijberên dewleta Rûsiyê bisepîne.