Sibat 09, 2021 10:26 Asia/Tehran
  • Jimareya pêketiyên Koronayê li cîhanê ji 107 milyon kesan derbas bû

Jimareya pêketiyên vîrusa Koronayê li seranserî cihanê bûye 107 milyon û 52 hezar û 393 kes.

Li gor amarên dawî yên nexweşiya Koronayê yên îro sêşemê 09.02.2021ê, ev nexweşiya herî zêde li van welatan belav bûye: Amerîka, Hîndistan, Brazîl, Rûsya, Brîtanya, Fransa, Îspanya, Îtalya, Turkiye, Almanya, Kolombiya, Arjentîn, Meksîka, Polenda, Başûrê Afrîqa, Îran, Ukrayna, Peru, Endonesya, Çekya, Holenda, Keneda, Portugal, Şîlî, Romanya, Belcîka, Îsraîl û Iraq.

Herweha li seranserî cîhanê, 76 milyon û 939 hezar û 633 pêketiyên Koronayê baş bûne û heta niha 2 milyon û 337 hezar û 964 kes jî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv