Sibat 08, 2021 14:52 Asia/Tehran
  • Qalîbaf peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da dewleta Rûsiyê

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî jibo radestkirina bo Vladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê îro Duşemiyê da hevtayê xwe yê ûris, Vîçîslav Valodîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Muhemedbaqir Qalîbaf di vê hevdîtinê da got: Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bo dewleta Rûsiyê di çarçova pêwendiyên stratejîk ên du welatan da ye.

Qalîbaf eşaret bi tekîda Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser pêşxistin û xurtkirina pêwendiyên Îran û Rûsiyê û berfirehkirina nijyara hevkariyên dualî kirû got ku ji armancên herî girîng ên sefera bo Rûsiyê, teqezkirina vê mijarê ye ku pêwendiyên Têhran û Moskoyê dê di bin bandora guhertinên cîhanî neguhere.

Muhemedbaqi Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di yekem sefera xwe ya derveyî di vê cîgehê da di serê desteyeke parlimanî û li ser vexwendina fermî ya Vîçîslav Valodîn Serokê Dûmaya dewletî ya Rsiyê, berêvara Yekşemiyê li gorî dema xwecihî gihîşte Moskoyê.

 

 

Serepeyv