Sibat 07, 2021 19:20 Asia/Tehran
  • Xwepêşandêan li dijî darbeya leşkerî li Myanmarê berdewam dike

Bereyek dijî kudetayê û kesên kudeta kirine li Myanmarê hat pêkanîn, ev du roj in bi hezaran kes dijî desthilata artêşê nerazîbûna xwe tînin ziman, daxwaza vegerandina berpirsên hilbijartî dikin ku hefteya borî kudeta dijî wan hate kirin û ew xistin zindanê.

Xwepêşnder guhê xwe nadin tiştekî û bi eşkerayî daxwaza herrifandina artêşê dikin û di wê baweriyê de ne ev nerazîbûn berfire bikin û ev gavana ber bi şoreşeke mezin ve bimeşe.

Amerîka jî ji nêzîk ve çavdêriya xwepêşandanên Myanmarê dike, xwazyar e nerazîbûna xelkê dawiyê bi desthilata artêşê bîne, lê eger ev jî nebû, kerteke din heye dijî kudetaçiyan bikar bîne.

Chek Slivan, Şêwermendê Asayîşa Niştîmanî ya Amerîkayê got: “Baweriya me wiha ye, em dikarin ligel Kongresê pakêceke cezayan wek bersivekê bo ser wê kudetaya ku hatiye kirin bisepînin. Ligel hevpeyman û hevbeşên xwe jî li seranserî cîhanê em kar dikin.”

Biryar bû hefteya borî 300 parlemantarên partiya Su Chi, serokwezîra Myanmarê destbikar bibin, lê artêşê kudetayek kir û serokwezîr û hijmareke berpirsên payebilind girtin.

Artêş dibêje, hilbijartina Mijdara 2020ê tije saxtekarî bû, lê Amerîka Myanmarê bi mînaka demokrasiyê li rojhilatê Asyayê binav dike, dest bi hewlekî mezin  kiriye, daku brpirsên girtî vegerîne ser desthilatê.

Serepeyv