Sibat 07, 2021 12:45 Asia/Tehran
  •  Peyka Çînê şandibû Marsê dîmenê ewil şand erdî

Tîenvin-1a peyka Çînê şand Marsê dîmenê ewil şand erdî.

Li gorî nûçeya beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), "Îdareya Fezayê ya Neteweyî ya Çînê wêneyekî peykê ji Marsê kişand û ji 2,2 milyon klîomêtre dûrahiyê şand, weşand.

Peyk di tîrmeha 2020î da bi wesayîta gerok va şandibûn, 197 roj e di rêya marsê da diçe.

Hedef ew e ku peyk di gulanê da bigihêje Marsê.

Tîenvin-1a peyka di rêya marsê da di 23ê tîrmehê da hatibû birêkirin.

Tîenvin di zimanê Çînê da tê meneya "lêgerîna heqîqeta li fezayê", navê peykê ji helbesteke Çu Yuenê helbestvanê ji Çînê yê di sedsala 4an da jiyaye hatiye hildan."

 

 

Serepeyv