Sibat 05, 2021 15:13 Asia/Tehran
  • Qurbaniyên Koronayê li Amerîkayê ji 466 hezar kesan derbas bû

Malpera ragihandinê ya World Miters ragihand ku zêdebûna jimara mirinan ji ber vîrusa Koronayê li Amerîkayê ji 466 hezar kesî zêdetir e.

Malpera nûçeyan a World Mitersvê sibehê (Înê) ragihand ku li Amerîkayê heta naha 27 Milyon û 273 hezar û 890 kes bi vîrusa koronayê ketine ku ji wan 466 hezar û 988 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Vê gavê, bi kêmanî du Amerîkî her deqîqekê ji ber vîrusa Koronayê dimirin.

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê û mirina ji ber wê berdewam zêde dibe û ji vê babetê ev welata li pêşiya welatên din ên cîhanê ye .

Herwaha heta naha li Amerîkayê zêde ji 17 milyon kes ji pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Amerîkayê pir derengtir ji welatên dindest bi test û ceribandinên Koronayê kir, niha ji ber jimara zav a nexweşan bi kêmasiyek giran a alavên tibî re rû bi rû ye.

Pisporên tenduristiyê kiryarên xirab ên rêveberiya berê ya Amerîkayê yên di bin deshilata Donald Trump de berpirsiyariya xirabbûna qeyrana Koronayê ya li welêt e.

Serepeyv