Sibat 05, 2021 14:42 Asia/Tehran
  • Îdiaya Biden derbarê vegera dîplomasî û vegera qada cîhanê

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden duh pêncşemê 04.02.2021ê di seredana Wezareta karên Derve ya Amerîka de qala sîyaseta derve ya rêvebirîyê xwe kir û îdia kir ku Amerîka careke din vedigere qada cîhanê.

Herwiha Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ji karmendên Wezareta Derve re got: “Amerîka vegerî. Dîplomasî vegerî. Hun di navenda hemî tiştên ku ez dixwazim bikim de ne. Emê hevbendîyên xwe jinûve ava nikin.”

Serokomarê Amerîka derbarê karesata însanî li van salên dawiyê li Yemenê muqir hat, Karesata ku bisaya piştgiriya welatê wî ji Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî li cengê lidijî Yemenê pêk hatiye. Piştî vê yekê Biden îdia kir ku ewê piştgirîya Amerîka ya ji operasyona leşkerî ya Erebistana Saudî ya dijî Yemenê bidin sekinandin û prosesa vekişîna hêzên Amerîkî ji Almanya bicemidînin.

Biden di dewamê deêrişî siyasetên Rûsya  Çînê kir û diyar kir ku Waşîngton derbarê serdestxwazî û deshilatxwaziya van du welayan bê deng namîne. Di dewamê de Biden Çîn wekî rikeberê nû yê Amerîkayê da zanîn û soz da ku Waşîngton wê li qadên curbicur yên wekî xwedîtiya menewî û siyasetên aborî yên Pîkenê jê re bibe berbend. 

Biden derbarê Rûsyayê jî got: Waşîngton ji bo zêdekirina xercên li dijî Rûsyayê û berevaniya ji berjiwendiyên sereke yên Amerîkayê ti şik û gumenekê nake dilê xwe.

Biden derbarê derxistina hêzên amerîkî ji Almanyayê jî got: Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin wezîfedar bû ku rewşa leşkerên Amerîkayê li seranserê cîhanê binirxîne û dema ku venêrîn berdewam e, her veguhestina leşkerên Amerîkayê ji Almanyayê dê bê rawestandin.

Biden got ku piştgirîya ji civaka LBTGQ wel bibe beşeke girîng ya dîplomasîya wan.

Biden got ku Amerîka dê bi lez û bezî vegere qada dîplomasîya cîhanî û rola xwe ya pêşengîya welatên demokrat careke din bi karîgerî bilîze.

Serepeyv