Civîna Komîteya Leşkerî ya 5+5 ya Lîbyayê dê li Sirteyê li dar ket
Li bajarê Sirteyê yê Lîbyayê bi armanca nîqaşkirina mekanîzmayên pêkanîna encamên civîna Cinêvê û derketina çeteyan û hêzên biyanî ji lîbyayê, civîna duyemîn a Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a 5+5 li dar ket.
Hemwextî lidarxistina civînên têkildarî hilbijartinên Lîbyayê li Cinevê, duh Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a 5+5 civîna xwe duyemîn bi armanc nîqaşkirina mekanîzmayên pêkanîna encamên civîna Cinêvê û dosyaya derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji welêt, li dar xist.
Di 3 rojên ku ev civîna berdewam e dê odeya ewlekariyê ya hevbeş di nava serferberiyê de be, da ku civîna ku li wir li dar dikeve, biparêze.
Lihevkirina ku di 23`yê Cotmeha 2020`an de di navbera aliyên Lîbyayê de hatibû îmzekirin, li ser erdê pêk nehat, ji ber wê artêşa Lîbyayê dewleta Tirkiyê tawanbar kir ku ew pêkanîna lihevkirinê asteng dike.