Sibat 03, 2021 17:17 Asia/Tehran
  • Pizîşkên Myanmarê ji bo protestokirina derbeya leşkerî dev ji kar berdan

Xebatkar û pizîşkên 70 nexweşxane û navendên tenduristî yên li 30 bajarên Myanmarê îro li dijî derbeya leşkerî ya li vî welatî dev ji kar berdan.

Tevgera Nefermanî û Neguhdariya Sivîl a Myanmarê di daxuyaniyekê de got ku arteşa welat berjewendiyên xwe datîne pêşiya nifûsa lawaz a ku ji ber pandemya Coronayê ziyan dîtine. Vîrusa korona li welêt heya nuha ji 3100î zêdetir kes kuştine.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye diyar kirin: "Em xwe ji şopandina qanûn û rêzikên ku ji hêla rejîma leşkerî ya ne meşrû ve hatine danîn dûr digirin ji ber ku ew guh nadin belengazan."

Çend pizîşkên Myanmarê piştrast kirin ku wan jibo protestokirina bûyerên vê dawîyê li Myanmarê dev ji kar berdan û yekê ji wan got: "Ez dixwazim leşker vegerin bargehên xwe ji ber ku eger wilo nebe, pizîşk venagerin nexweşxanan." Ez nizanim dê ev protestoyana heya kengî bidome ji ber ku ev bi şert û merc ve girêdayî ye.

Xwendekarên Myanmarê û komên ciwanan jî li welêt ketin nav tevgera Nefermanî û Neguhdariya Sivîl.

Darbeya leşkerî ya Duşemê li Myanmarê bû sedema hilweşandin û zindanîkirina Serokwezîr Aung San Suu Kyi û hejmarek parlamenterên Myanmarê.

Gelek welatan darbeya leşkerî ya li Myanmar şermezar kirin û azadkirina serokên siyasî û qanûndanêrên wê xwestin.

Serepeyv