Gotinên bêbingeh ên Berdevka Koşka Sipî derbarê Peymana Navokî ya Îranê
Berdevka Koşka Sipî gotinine bêbingeh derbarê Peymana Navokî ya Îranê hilêxistin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Cên Sakî (Jen Psaki), Berdevka Koşka Sipî îniyê bi şev îdia kir ku beriya berçavgirtina her cûre hevdîtinekê navbera rayedarên Îran û Amerîkayê, yekem pêngav jibo Îranê sozdariya derheqê Peymana Navokî ye.
Sakiyê îdia kir ku raberkirina demajoya danûstandina di gel Îranê derbarê Peymana Navokî hewcedara sozdariya Têhranê li vê peymana navokî ye.
Ev di halekî da ye ku dewleta berê ya Amerîkayê piştî derketina neqanûnî ji Peymana Navokî di 8ê Gulana 2018an da, hewleke giştalî jibo sepandina zextê li dijî Îranê bi rê xistiye.
Trump soz dabû ku bi derketina ji Peymana Navokî û şopandina siyaseta nasyar bi Hewla Zexta Herîpirr, dê Îranê jibo amadebûna di gotûbêjan da jibo bidestxistina "Lihevkirina baştir" - li gorî wî - neçar bike.
Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.
Donald Trump di heyama 4salî ya serokomartiyê da nekarî bi armanca xwe bi ser xîne.