Çile 29, 2021 09:04 Asia/Tehran
  • Helwêstên dijî Îranê di yekem axaftina Berdevkê Pentagonê

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê yekem konferansa xwe ya nûçeyî bi hilêxistina tawanên idjî Îranê dest pê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Can Kirbî (John Kirby), Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê tevî dubarekirina tawanên hilêxistî ji aliyê dewleta Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê yê berê va, bal kişande ser bernameya mûşekên Balistîk ên çalak ên Têhranê û damezirandina santrîfiyojan li Îranê û îdia kir: Bi nêrîna Wezîrê Berevaniyê, me hîn li Rojhilata Navînê û Kendava Farsê berjewendiyên ewlehiyê hene; Me li vê navçeyê hin dost û şirîk hene ku sozdarê wan in û hîn jî me di kontrolkirina terorîsma ku Îran li seranserî navçeyê belav dike, berjewendîyên xwe hene.

Kirbî got: Ji ber vê yekê Îran hîn jî di çalakiyên tundûtûjiyê mudaxile dike û me her çiqasî ku hêza kontrolkirina çalkakiyên wiha hebe, dê wê bi kar bînin.

Ev gotinên beredayî yên rayedarên amerîkî dijî Îranê di halekî da ne ku Noam Çamskî ramanwerê mezin ê amerîkî roja Şemiyê di hevpeyivîna di gel kanala Russia Today da Amerîka wek desthilatdarê Terorîsmê li cîhanê da zanîn.

 

 

Serepeyv