Çile 29, 2021 09:04 Asia/Tehran
  • Rûsiyê meşqa leşkerî ya asimanî li Deryaya Reş pêk anî

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê qala lidarxistina meşqa leşkerî ya deryayî, bejahî û asimanî li ser Deryaya Reş kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê roja Pêncşemiyê di raporekê da ku di kaanala televîziyonî ya Ziyozdaya vê rêxistinê da hat weşandin, derbarê vê meşqa şêrr a 2 rojî ragihand: Armanca vê meşqê lêgerîn ali Deryaya Reş û naskirina keştiyên şêrr û gefên dijî Rûsiyê û sekinîna li hemberî van gefan bû.

Ev meşqa şêrr li perravên Nîvgirava Kirîmeyê hat lidarxistin û têda yekîneyên mûşekî yên pergalkirî bi mûşeka BAL beşdar bûn.

Di vê meşqa leşkerî da her wiha balefirên bomberêj ên Suxo-24M û balefirên şêrr ên Suxo-30 SM ên bicihbûyî li baregeheke peravî ya Rûsiyê li Deryaya Reş, nuqteyên dijminê xeyalî dan ber êrîşê.

 

Serepeyv