Biden stratejiya niştimanî eşkere kir
Serokomarê Amerîkayê Joe Biden stratejiya niştimanî ya Amerîkayê bo rûbirûbûna bahora Coronayê û bidawîanîna bahorê li Amerîkayê eşkere kir û got, di çend mehên pêş de piraniya Amerîkiyan tên vaksînkirin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku stratejiyeke niştimanî ya Koşka Spî heye û tenê pişta xwe bi zanist girêdide ne bi siyasetê. Biden daxwaz ji Amerîkiyan kir maskê bikar bînin, ji ber di vê qonaxa niha de bandora maskê ne kêmî bandora vaksînê ye bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a bahora Coronayê.
Biden da zanîn ku stratejiya niştimanî ya Amerîkayê çend xalan li xwe digre wek, karkirin bo pesendkirina rizgarkirina Amerîkayê li Kongresê, bileztirkirina dabeşkirina vaksînê, bikaranîna maskê li hemû Amerîkayê, vekirina projeyên biçûk ên bazirganî û vekirina dibistanan.
Her di çarçoveya wê plane de, Biden amaje bi wê yekê jî da ku heta dawiya îsal Amerîka dixwaze vaksînê bo 300 milyon kesan li Amerîkayê dabîn bike.
Bo hevkarîkirina vê plana stratejîk, Biden li benda Kongresê ye heta butçeya plana rizgarkirina Amerîkayê pesend bike ku tê de daxwaza 1 trîlyon û 900 milyar dolarên din hatiye kirin bo xerciyên rûbirûbûna Corona û zerarên wê.
Serokê Amerîkayê Joe Biden wiha axivî: “Em niha xwediyê stratejiyeke niştimanî ne bo bidawîanîna Covid-19ê, ev stratejî li ser bingehê zanist hatiye danîn, ne siyaset. Ev li ser bingehê rastiyê hatiye danîn, bi dirêjî behsa hemû aliyan dike, lê daxwaz ji Kongresê hatiye kirin daku plana rizgarkirina Amerîkayê derbas bike, ev wiha dike butçeya me hebe bo hevkarîkirina dabînkirina vaksînê, bilindkirina rêjeya testan, hevkarîkirina vekirina dibistanan û bazirganiyên biçûk, em dixwazin di zûtirîn dem de Amerîkî rabin ser piyan ji wê pisrgirêkê rizgar bibin ku ti tawanekî wan têde nebû. Lê dem ji plana me re divê.”