Rûsiye: Nabe ku nêrînên bedbînane der barê Peymana Navokî werin berçavgirtin
Çile 25, 2021 16:02 Asia/Tehran
Nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên bicihbûyî li Viyenê, destnîşan kir ku nabe nêrînên bedbînane der barê Peymana Navokî werin berçavgirtin.
Li gorî rapora IRNAyê, Mîxaîl Oliyanov Nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên bicihbûyî li Viyenê roja Duşemiyê der barê Peymana Navokî û îmkana pejirandina wê di delweta nûp ya Joe Biden serokomarê Amerîkayê, nivîsî; Nabe ku nêrînên wan (yên bedbîn) derbarê Îranê û Peymana Navokî wek karekî pêwîst bipejirînin.
Oliyanov ev twitt wek berteka bo twitta Îliya Magnêr lêkolerê siyasî yê rojavayî yê bicihbûyî li Brûkselê weşand ku îdia kiribû roja 21ê Sibatê dê Joe Biden baweriyê nede Peymana Navokî û dê venegerre vê peymanê û ev kiryar dê alîkariya Îranê bike ku bihêztir bibe.