Çile 24, 2021 23:30 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê xwepêşandanên ji bo piştgiriya Alexie Navalny berdewam in

Li Moskowê xwepêşandanên ji bo piştgiriya serkirdeyê opozisyonê Alexie Navalny, ku piştî vegera xwe ya ji Almanyayê hat desteserkirin, tevî qedexeya Wezareta Navxwe, piştî nîvro destpê kirin.

Hêzên taybet rêyên li dora meydanê ji pêş de girtine û berdewam bi hoparloran hişyarî didin ku ev çalakî ne yasayî ye û rîskên belavbûna Coronayê jî bilind dike. Lê şêniyên Moskowê di nava nîv saetê de Meydana Pûşkînê tije kirin.

Xwepêşandêr dirûşmên mîna: `Azadî`, `Rûsya azad bibe`, `Malê gel vegerînin gel` herwiha navê Navalny diqêrin. 

Hejmara polîs û hêzên taybet, hema bêje bi qasî xwepêşandêran bibe jî.

Hat zanîn ku hevjîna Alexie Navalny, Yûlîya jî beşdarî çalakiyan bûye û hatiye desteserkirin. Ji xwe çend hevkarên Navalny, herweha, kesên ku bangawaziya beşdarîkirina çalakiyan dikirin, duh hatibûn  desteserkirin.

Li gorî daneyên polîsê Moskowê 4 hezar, lê bi hin daneyên din, zêdetir ji 10 hezar kes beşdarî çalakiya protestoyî bûn. Hejmara  kesên desteserkirî, ta saet 16.00 gihîştîbû 900î.

Hat zanîn ku li zêdetir ji deh bajarên din ên Rûsyayê jî çalakiyên protestoyê birêve çûne û bi sedan xwepêşandêr hatine desteserkirin.

Ev xwepêşandanên protestoyî roja Şemiyê li tevahiya welêt despê bûn ku îro jî berdewam kirin û bi deh hezaran kes tê de beşdar bûn. Di van xwepêşandanan de zêde ji 2.400 kes hatin destgîrkirin.

Serepeyv