Yekem destûrên Joe Biden ji bo cihanînê
Joe Biden derdem piştî lidarxistina rêûrisma Sondxwarinê, yekem destûrên xwe ji bo cihanînê wajo kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Joe Biden Serokomarê Amerîkayê di yekem roja xwe ya xebatê da bi armanca betalkirina kiryarên Donald Trump 17 destûr ji bo cihanînê wajo kirin.
Betalkirina qedexetiya koçberiya welatiyên welatên misilman, vegeriyana bo Peymana Keş û hewa ya Parîsê, neçarîkirina danîna maskeyê li cihên gelemperî û bidawîhatina rewşa awarte li sînorê Amerîka û Mekzîkayê beşek ji destûrên Bidenî bû.
Serokomarê nû yê Amerîkayê dema wajokirina van fermanan got: Hêvîdar im ev wajokirin di pandemiya KOVÎD-19 û alûgorên keş û hewa da guhertinekê pêk bîne.
Betalkirina destşûran û rawestandina siyasetên sepandî di serdema serokomartiya Donald Trump da ji sozên sereke yên Biden yên Hilbijartinê bû.
Duh 20ê Çileya 2021ê rêûrisma sondxwarina serokomartiyê ya Biden ciyawaz digel rêûrisma sondxwarina serokomartiyê di dîroka vî welatî da bû.