Çile 20, 2021 21:21 Asia/Tehran
  •  Serokê Hilbijartî Biden û Cîgira Wî Harris Sond xwarin

Sîyasetvanê dêrîn û senator û cîgirê serokomarê berê yê Amerîkî Joe Biden, ku di hilbijrtinên meha Mijdarê de serketî bûbû, îro Çarşemê bi fermî sond xwar û bû serokê 46’an yê Amerîka.

Dîsa, senator Kamala Harris jî wek Cîgira Serok sond xwar ku bibe jina yekê ya Amerîkîya û Asyaya Başûrî ku vê postê werdigire.

Di merasîmê de Cigirê Serokomarê çûyî yê Amerîkayê Mike Pence, serokomarên berê Bill Clinton, George Bush û Barack Obama û gelek kesitîyên navdar ji amade dibin,

Di vê merasimê de serokomarê deshilat bidawîanî yê Amerîkayê Donald Trump beşdar nebû.

Biden di peyamên xwe pir caran gotibû ku ewê hewil bide ku Amerîkîyan nêzî hev bike û birînên heyî derman bike.

Wî soz da ku rêvebirîya wî dê nûnertîya tavahîya Amerîka bike ku her  kes dikare bi rengê xwe tê de cîh bigire.

Tîma Biden ji medya Amerîkî re ragihandibû ku Serokê nû Biden îro paşnîvro piştî sondxwaronê wê hin fermanên qanûnder (executive order) derxe ku jimareke biryarên Trump pûç bike.

Biden ku 78 salî ye, dibe serokê herî kal yê dîroka Amerîkî.

Serepeyv