Çile 20, 2021 20:51 Asia/Tehran
  •  Biden bi Fermî bû Serokê nû yê Amerîka

Joe Biden sîyasetvanê kevn û senator û cîgirê serokomarê berê yê Amerîkayê ku di hilbijrtinên meha Mijdarê de serketî bûbû, îro bi fermî sond xwar û bû serokê 46’an yê Amerîkayê.

Dadwerê serekî yê Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîkayê Joihn Robers mersima sondxarina Serokomarê nû yê Amerîkayê Joe Biden bi rêve bir.

Di merasimê de Cigirê Serokomarê Amerîkayê yê ku deshilata wî bi dawî bûye Mike Pence, serokomarên berê Bill Clinton, George Bush û Barack Obama û gelek kesayetiyên navdar amade bûn.

Di vê merasimê de serokomarê deshilat bidawîanî yê Amerîkayê Donald Trump beşdar nebû.

Biden ku 78 salî ye, dibe serokê herî temenmezin yê dîroka Amerîkayê.

Serepeyv