Li Rûsyayê 21 hezar û 152 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i323370-li_rûsyayê_21_hezar_û_152_kesên_din_bi_vîrusa_koronayê_ketin
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha zêdetir ji 67 hezar pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2021 10:51 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê 21 hezar û 152 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha zêdetir ji 67 hezar pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 20.01.2021ê li Rûsyayê 21 hezar û 152 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li wî welatî gihêşte 3 milyon û 633 hezar û 952 kesan.

Herwaha li Rûsyayê 597 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li Rûsyayê gihêştiye 67 hezar û 220 kesan.

Hat ragehandin heta naha li Rûsyayê 3 milyon û 27 hezar û 316 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.