Çile 19, 2021 18:18 Asia/Tehran
  •  Li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 989 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 989 kes ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 989 kes ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin.

Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Robert Koch ku li Almanyayê di warê nexweşiyên şewbê da xebatan dike, li welêt di 24 saetên dawîn da 11 hezar û 369 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Bi vî awayî hejmara pêketiyan derket 2 milyon û 52 hezar û 28an, bi mirina 989 kesan va jî hejmara miriyan bi tevahî derket 47 hezar û 622yan.

Her wisa li welêt 5 hezar kes di unîteya nexweşên giran da tên tedawîkirin ku ji van 2 hezar û 869 jê jî hatine entubekirin.

Li gorî daxuyaniyê, li welêt heta niha milyonek û 145 hezar kes hatine aşîkirin.

Serepeyv