Li tevahiya cîhanê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 96 milyonî derbas bû
Li tevahiya cîhanê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 96 milyonî derbas bû.
Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike, di şewba ku li bajarê Wuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket û belayî tevahiya cîhanê bû da jimara pêketiyên tesbîtkirî derket 96 milyon û 10 hezar û 36an.
Welatê ku lê herî zêde pêketî hene, bi 24 milyon û 626 hezar û 376 pêketiyan va Amerîka ye.
Piştî Amerîkayê bi 10 milyon û 582 hezar û 647 va Hindistan, bi 8 milyon û 512 hezar û 238 va Brezîlya, bi 3 milyon û 591 hezar û 66 va Rûsya, bi 3 milyon û 433 hezar û 494 va Îngiltere,
bi 2 milyon û 914 hezar û 725 va Fransa, bi 2 milyon û 392 hezar û 963 va Tirkiye, bi 2 milyon û 390 hezar û 101 va Îtalya, bi 2 milyon û 336 hezar û 451 va Îspanya, bi 2 milyon û 59 hezar û 314 va Almanya, bi milyonek û 923 hezar û 132 va Kolombiya, bi milyonek û 807 hezar û 428 va Arjantîn, bi milyonek û 649 hezar û 502 va Meksîka, bi milyonek û 438 hezar û 914 va Polonya, bi milyonek û 346 hezar û 936 va Afrîkaya Başûr, bi milyonek û 336 hezar û 217 va Îran, bi milyonek û 163 hezar û 716 va Ukrayna û bi milyonek û 68 hezar û 802 va Peru tê.
Li tevahiya cîhanê ji ber Kovîd-19ê 2 milyon û 49 hezar û 352 kes mirin, 68 milyon û 654 hezar û 826 kes ji vîrusê filîtîn û baş bûn.