Çile 19, 2021 15:19 Asia/Tehran
  •  Biryar hat dayîn ku mixalifê Ûris Aleksey Navalniy 30 rojan bê girtin

Li Hîmkiya navçeya Moskovaya Rûsyayê ji bo mixalifê Ûris Aleksey Navalniy ji ber hinceta ji 29ê Çileya Pêşîn a 2020î pê va gelek caran dema serbestiya bikontrol îxlal kiriye mehkemeyek hat kirin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li Hîmkiya navçeya Moskovaya Rûsyayê ji bo mixalifê Ûris Aleksey Navalniy ji ber hinceta ji 29ê Çileya Pêşîn a 2020î pê va gelek caran dema serbestiya bikontol îxlal kiriye mehkemeyek hat kirin.

Parêzer Vladîmîr Kobzev li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand heyeta Mehkemeya Herêmî ya Hîmkînskiyê Navalniy sûcdar hesiband û biryar da ku ew heta 15ê sibatê 30 rojan bê girtin.

Navalniy wê heta Mehkemeya Simonovskiyê ya ku wê li Moskovayê di 29ê çileya paşîn çêbibe wê girtî bimîne.

Aleksey Navalniy di 20ê Tebaxa 2020î da dema ji bajarê Tomskê diçû Moskovayê di balafirgehê da aciz bûbû û li bajarê Omskê ji balafirê peya bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyekê.

Hatibû îdiakirin jehr xistina çaya Nanalniy û ji ber wê ew aciz bûye.

Navalniyê 44 salî mixaifê Kremlînê ye, di 22yê Tebaxa 2020î da ji Omskê bi balafireke taybet ew biribûn Nexweşxaneya Charîteyê ya li Berlînê. Ew çawa ku ji Almanyayê zivirîbû li balafirgeha Moskovayê di 17ê çileya paşîn da hatibû binçavkirin.
 

 

Serepeyv