Çile 17, 2021 17:49 Asia/Tehran
  • Keştiyekî Rûsyayê li Behra Reş noqî avê bû: 2 kes mirin

Li Bartina Tirkiyê li ser agahiya peywendiya li gel keştiyekî qut bûye xebatên lêgerînê destpê kirin. Parêzgerê Bartinê jî ragehand, ew keştî ya Rûsyayê û ji ber mercên hewa yên xirab tîmên rizgarkirinê bi zehmetî dikarin derkevin. Herwaha parêzger ragehand 5 karmendên keştiyê hatine rizgar kirin, lê du kesan jiyana xwe ji dest dane û termên wan jî ji behrê hatine derxistin.

Li navçeya Înkumu ya ser bi Bartin a Tirkiyê li ser agahiya keştiyek noqî avê bûye, ji keştîvanên derdorê re ferman hat dayîn ku alîkar bibin.

Parêzgerê Bartinê Sînan Guner derbarê bûyerê de ragehand, li ser bûyerê lêkolîn berdewam dikin.

Parêzger Sînan Guner ragehand; ''nêzîkî Înkumu ya Bartinê keştiyekî Rûsî noqî avê bû. Xebatên rizgar kirinê berdewam dikin. 5 kes hatin rizgar kirin. Termê du kesan jî ji avê hate derxistin. Lê xebatên rizgar kirinê jî berdewam dikin ji ber di keştiyê de 15 kes hebûne û hemû jî hemwelatiyên Rûsyayê ne.

Serepeyv