Biden bi biryaran dest bi serokatiyê dike
Tê çaverêkirin di yekem roja serokatiya xwe de, Joe Biden hejmarek biryarên cîbicîkar (ferman) derbixe û piraniya biryarên Trump hilbiweşîne.
Serokê kedkar û Karmendên Koşka Spî yê di hikûmeta Joe Biden de eşkere kir ku roja Çarşemê, 20ê vê mehê û piştî sondxwarina qanûnî û bi fermi nasandina wî wek 46emîn Serokomarê Amerîkayê, Biden 12 biryarên cîbicîkar (ferman) ên serokatiyê îmze bike û tê de biryarên Trump hilbiweşîne û hinek biryarên taybet bi rûbirûbûna Coronayê jî li xwe bigire.
Yek ji wan biryarên ku tê çaverêkirin were derxistin, vegerandina Amerîkayê ye bo Rêkeftina Keş û Hewayê ya Parîsê, ew yek ji sozên propagandeya hilbijartinê ya Biden bû.
Herwiha tê çaverêkirin Biden biryara qedexekirina hatina welatiyên wan welatên piranî Misilman bo Amerîkayê hilweşîne û yekser rê li ber geşta wan bo Amerîkayê were vekirin.
Herwiha berevajiya helwesta Trump, biryar e Biden biryara bi zorê ferzkirina bikaranîna maskê li nav saziyên federalî û amûrên veguhestina giştî derbixe.
Ji xeynî wê tê çaverêkirin Biden biryarekê derbixe û têde mekanîzmaya bilezkirina kampanya vaksînkirina Amerîkiyan çalak bike.
Berê jî Biden plana xwe ya aborî bi behayê 1.9 trîlyon dolar eşkere kir ku têde hevkariya darayî pêşkêşî hemû kes û malbatên Amerîkî dike, ew jî di çarçoveya plana îdareya wî de bo vejandina aboriya welat.