FBI: Jiber Bûyerên li Kongresê Pirtir ji 100 Kes Hatine Girtin
Buroya Vekolînê ya Polîsê Federal (FBI) ragihand ku ser bûyerên tundtûjîyê yên 6’ê Çileyê yên li Kongresê pirtir ji 100 kes hatine girtin.
Serokê FBI Christopher Wray, di brîfînga taybet ya bo Cîgirê Serokomarê Amerîka Mike Pence de, dîyar kir ku wan ji 6’ê Çileyê vir ve nasnamên 200 bergumanan ronî kirine.
Wray herwiha got: ‘’Em dizanin ku hûn kî ne, eger hûn li wir in, ajanên FBI’yê dê we bibînin.’’
Di bûyerên li Kongresê de 1 ji wan polîs, 5 kesan jîyanên xwe ji dest dabûn.Ji alîyê din ve, nasnamên kesên jiber bûyerên li Kongresê hatine girtin jî têne eşkere kirin.
Karbidestên ewlekarîyê yên federal ragihandin ku ew şexsê ku li Kongresê ala Konfederasyonê, ku di Şerê Navxweyî ya Amerîka de ala yekîtîya eyaletên başûr bû, hildabû hatiye girtin.
FBI û karbidestên Wezareta Dadê dîyar kirin ku FBI û Wezareta Dadê piştrast kirin ku Kevin Seefired û kurê wî Hunter li Wilmington ya eyaleta Delaware radestî polîsan bûne.Bergumanekî din, Hunter Ehmke ji alîyê Wezareta Dadê ve jiber zarardana li milkê dewletê, astengkirina rûniştina fermî û bikaranîna tundûtûjîyê hat tawanbar kirin. Li gor belgeyên dadgehê, polîsekî dîtiye ku Ehmke pencereyeke Kongresê şikandiye û hewil daye bikeve hindur, wî polîsî hewil daye Ehmke desteser bike lê jiber fişara ciwanên bi hêrs neçar maye wî berde.
Piştî bûyerên li Kongresê, Civata Nûneran împîçkirina (îstîzahkirina) Serokomar Donald Trump pejirandibû û ew bi vî awayî bûbû serokomarê Amerîka yê yekem ku du caran hatiye împîç kirin.