Çile 15, 2021 13:59 Asia/Tehran
  • Li Endonezyayê erd hejiya: Herî kêm 34 kes mirin

Li girava Sûlawesî ya Endonezyayê erdhejeke bi pileya 6.2 pêk hat. Tê gotin herî kêm 34 kes mirine.ًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًًً

Li Endonezyayê bi pileya 6.2 erd hejiya. Hate ragihandin ku erdheja bi dijwariya 6.2 pileyî li rojavayê giravê rû da û herî kêm 34 kes mirin, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li gorî rayedaran erdhejê bandora herî giran li bajarê Mamûjûyê kir. Nexweşxaneyek jî di nav de gelek avahî hilweşiyan. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li dehan nexweş û personelên tenduristiyê digerin ku di binê xirbeyan de mane.

Berpirsyarê tîmên alîkariya destpêkê yên Mamûjû got; “Nexweşxane hilweşiya. Di bin xirbeyan de nexweş û personelên nexweşxaneyê hene. Em hewl didin wan derxînin.”

Ajansa meteorolojiyê û jeofîzîkê hişyarî da ku erdhejên nû dikarin rû bidin û ji ber rîska tsûnamiyê bang li gel kir ku xwe ji peravên deryayê vegirin.

Serepeyv