Çile 09, 2021 19:36 Asia/Tehran
  • Hat ragihandin balafira Endonezyayê  ku têkilî jê hatibû birîn ketiye behrê

Hat ragihandin ku li Endonezyayê balafira rêwiyan a têkiliya pê ra hatibû birîn ketiye behrê.

Budî Karya Sumadiyê Wezîrê Gihandinê di civîna çapemeniyê da diyar kir ku balafira 5 deqîqê piştî rabûnê pê ra têkilî hat birîn bi 12 kedkar û 50 rêwiyên xwe va li nêzî Girava Lancang û Lakiyê yên li bakurê Endonezyayê ket xwarê. Sumadî got ku li ciyê balafir lê ket dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.

Rayedarên Ajansa Xilaskirin û Lêgerînê ya Neteweyî jî diyar kirin ku xebatên li herêmê dewam dikin da hin parçeyên dibêjin yên balafirê ne hatin dîtin.

Adîta Irawatiyê Berdevkê Wezareta Gihandinê diyar kiribû ku balafir herî dawîn di saet 14.40î da pê ra têkilî danîn ji bo sefera Cakarta-Pontianakê derketibû rê.

Hêjayî gotinê ye di 29ê cotmeha 2018an da jî li Endonezyayê Boeing 737 Max 8 a balafira Rêhewaya Lîonê ya bi hejmara sefera "JT 610"ê ji Cakartayê diçû Girava Sumatrayê ketibû xwarê di qezayê da 189 kes miribûn.

Serepeyv