Koşka Spî: Destên Trump di sûcên mezin de hene
Koşka Spî hişyarî da ku têkiliyên serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi sûcên mezin ên sorkirinê hene ku gefek li dijî ewlehiya pergala demokratîk û veguhestina aştiyane ya desthilatê çêkir.
Di vî halî de berdevkê Koşka Spî Jad Derry got ku mijara hesabxwestinê ji Trump li gel mayîn 12 rojan ji bidawîbûna dema wilayeta wî, dê asta parçebûnê li welêt zêde bike.
Koşka Spî di çarçova dijberiya xwe derbarê îstizaha Trump îdia kir ku heke hesab ji serokê berê yê Amerîkayê li gorî madeya 25`an a destûra Amerîkayê were xwestin, dê asta nakokiyê di navbera amerîkiyan de zêde bike.
Senatorê komarparêz Lindsay Graham jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku derxistina Trump ji serokatiyê di van şert û mercan de dê asta parçebûnê zêde bike û dê saziya serokatiyê lawaz bike.
Lindsay Graham wiha domand: “Hêvî dikim ku serokomar Joe Biden bi min re di heman nêrînê de be. Divê bi awayekî eşkere biaxive da ku pêvajoya veguhestina desthilatê bi rêk û pêk, pêk were.”
Komarparêzên amerîkî ji bo parastina rometa Partiya xwe hewl didin ku pêşiya îstîzaha Trump bigirin.