Kongreya Amerîkayê serkeftina Joe Biden di helbijartinên Amerîkayê de pejirand
Piştî nîqaşeke tund û dûr û dirêj û aloziya duh a li pêş avahiya Kapîtolê li Waşington DC, Encûmena Nûneran û Senata Amerîkayê giliyên li ser encamên hilbijartina serokatiyê red kirin û dengên encûmena hilbijartinan pesend kirin û bi vî awayî Joe Biden bi fermî ji aliyê Kongresê ve weke 46mîn Serokê Amerîkayê hat pesendkirin.
Di civînê de, Kongresê serkeftina Joe Biden bi 306 dengan pesend kir.
Piştî pesendkirina serkeftina Biden ji aliyê Kongresê ve, Donald Trump Serokê Amerîkayê ragihand, ku dê di dema xwe de desthilatê radestî Joe Biden bike.
Trump di daxuyaniyekê de dibêje, tevî ku bi tevahî ji encamên hilbijartinê nerazî me û rastî dê derkevin holê, lê belê dê bi awayekî rêxistî di 20ê Çile de desthilat bê veguhastin.
Di beşeke daxuyaniyê de Trump amaje bi wê yekê dike ku wî her dem gotiye ew berdewam şer dikin ji bo hejmartina hemû dengên qanûnî. Trump tekez kiriye, tevî ku ev dawiya “mezintirîn kabîneya serokatiyê di dîroka Amerîkayê de” ye, lê destpêkek e bo şerkirina ji bo “dubare mezinkirina Amerîkayê”.
Îro Kongres bi serokatiya Mike Pence, Cîgirê Serokê Amerîkayê civiya û giliyên li ser encamên hilbijartina serokatiya wî welatî red kir. Pence tevî daxwaza Trump ji wî ya derbarê redkirina encaman de, di axaftinekê de ragihand, li gor Destûrê mafê wî tune ye ku encamên hilbijartinan red bike.
Trump herwiha Mike Pence weke “tirsenok” bi nav kir û got, “diviyabû karê rast pêk bîne.”
Duh di dema civîna hevbeş a Kongresê de alîgirên Trump bi ser avahiya Kapîtolê de girtin û derbasî nav avahiya Kongresê bûn ji ber van aloziyan 4 kes hatin kuştin, her ji ber wan aloziyan civîn bo dema 4 saetan hat paşxistin û piştî şandina hêzên zêdetir bo navçeyê û derketina alîgirên Trump ji avahiyê, careke din Kongresê dest bi civîna xwe kir.