Li Amerîkayê heta 362 hezar û 123 kes ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane
Çile 05, 2021 14:20 Asia/Tehran
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatî 362 hezar û 123 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 05.01.2021ê bi giştî li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê geheştiye 21 milyon û 353 hezar û 51 kesan.
Herwaha li Amerîkayê heta naha 362 hezar û 123 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 12 milyon û 736 hezar û 512 kesên pêketî jî baş bûne.
Ji babeta pêketiyên vîrûsa Koronayê û miriyên ji ber vê vîrûsê Amerîka li cîhanê pêşeng e.