Çile 04, 2021 09:30 Asia/Tehran
  • Rêûrisma salvegera şehîdbûna serdar Silêmanî li Nîceryayê hat lidarxistin

Rêûrisma salvegera şehîdbûna serdar sipehbud Hac Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis roja Yekşemiyê li bajarê Kasnûyê yê navenda parêzgeha Kanûya Nîceryayê hat lidarxistin.

Hesaba Twitterê ya Ofîsa Şêx Ibrahîm Zekzakî Rêberê Tevgera Îslamî ya Nîceryayê Yekşemiyê bi şev tevî ragihandina nûçeya lidarxistina rêûrisma salvgera şehîdbûna Hac Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis li bajarê Kanûyê, dîmenên vê rêûrismê weşandin.

Ev rêûriosm bi beşdariya bicoş a misilmanên Nîceryayê hat lidarxistin.

Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebû Mehdî Muhendis alîkarê serokê Heşda şeibiya Iraqê hevrê digel 8 kesên din roja 3ê Çileya 2020î di encama mêrîşa asimanî ya hêzên destdirêjker û terorîst ên amerrîkî li nêzikî balefirgeha Bexdaya Iraqê şehîd bûn..

Serepeyv