Çile 03, 2021 18:06 Asia/Tehran
  • Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê nêzîkî 85 milyon kesan bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 84 milyon û 993 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 843 hezar û 866 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 84 milyon û 993 hezar û 350 kesan, 60 milyon û 110 hezar û 468 kesên ku bi vîrus Koronayê ketibûn jî qenc bûne.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 20 milyon û 904 hezar û 701 kesan û ji ber şewbê heta niha 358 hezar û 682 kes jî mirin.

Serepeyv